ANKARA
Hemwelatiyê Tirkiyeyê hakem Cuneyt Çakir ê ku di organîzasyona Kûpaya Dinyayê ya FIFA 2014an de heta niha 3 pêşbirk birêve bir. Çakir herî dawîn di organîzasyona kûpayê de pêşbirka nîvefînalê ya navbera Arjantîn û Hollandayê, tevlî alîkarên xwe Bahattîn Dûran û Tarik Ongûn ve bi rê ve bir. Li gelek welatan çapemeniya sporê performansa hekem Çakir eciband.
Di nûçeyên çapemeniya Îngilistanê derketin de hat gotin ku Çakir bi serkeftî pêşbirk rêwebir û hema hema qet kêmasiya wî tunebû. Federasyona Fitbolê ya Tirkiyeyê jî pesna Çakir da û li ser malpera xwe ew pêyam derxist pêş: "Çakir, di sala 2012an de, di nîvefînala Şampiyoniya Fitbolê ya Ewropayê de bi serkeftî pêşbirk birêwebir. Hekem Çakir, di nîvefînala organîzasyona Kûpaya Dinyayê ya FIFA 2014an de jî ev serkeftina xwe dubare kir."
Dogan Babacan 40 sal berê di kûpaya dinyayê de pêşbirk bi rêwebiribû. Çakir piştî 40 salan di kûpaya dinyayê de bû hekem. Tiştê balkêş ew e ku di organîzasyona Kûpaya Dinyayê ya FIFA 2014an de hemû pêşbirkên ku (Brezîlya-Meksîka, Cezayîr-Rûsya, Arjantîn-Hollanda) Çakir birêvebir bi beramberî qediyan.