ÎSTANBUL
Namzedê serokomariyê yê CHP, MHP û hin partiyan Ekmeleddîn Îhsanoglu li Qesra Çiraganê piştî civîna nasandina kampanyaya hilbijartinê pirsên rojnamevanan bersivand.
Îhsanoglu li ser pirsa "Hûn dibêjin ez namzedê her kesî me, der barê meseleya kurdan de fikra we çi ye û hûn çawa li pêvajoya çareseriyê dinihêrin?" wiha got:
"Meseleya kurdan meseleya me ya herî hesas û girîng e. Divê em bi aştiyê, çareseriyê bibînin. Di vî warî de tecrubeyên me hene. Bi hezar salan em bi hev re jiyan. Tiştên me yên şirîk zehf in. Dema meriv binhêre ji hev cihê nabin ku kî kurd e û kî tirk e, lê ziman heye. Li dijî ziman jî dewleta me xetayan kiriye. Mixabin em ji mîrateke wisa tên ku dixwazin tiştan bi darê zorê çareser bikin. Ev bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ez ji dê û bavekî tirk li welatekî din hatim dinê. Lê zimanê dayîkê wek şîrê diya min e. Zimanê dayikê mafekî sirûştî ye, bingehîn e. Zimanê meriv welatê meriv e. Heke meriv nikaribe bi zimanê xwe biaxive, bêwelat e. Ev nayê qebûlkirin û niheqiyeke mezin e. Divê ev niheqî ji holê rabe. Divê mafên mirovan û azadî di destûra bingehîn de cî bigire û divê armancên me normên Yekîtiya Ewropayê bin."
Îhsanoglu destnîşan kir ku li dewletên din jî meseleyên wiha hene û divê ji tecrubeyên van welatan sûd were girtin û wiha axivî:
"Divê dawiya dawî ev here Meclisê. Divê parlemento vê qebûl bike. Divê lihevkirineke neteweyî pêk were, heke ev nebe, aştî pêşva naçe û pirsgirêk derdikevin. Çimkî divê çek werin terikandin. Divê agirbest dewam bike û mirov di nav aştî û aramiyê de bijîn. Lê divê yekîtiya axa welêt, rejima siyasî, pergala destûra bingehîn, yekîtiya alê, zimanê fermî zirarê nebînin. Ez bawerim her kes di vê mijarê de li hev dike. Ev derfet di destê me de heye û dikarin pêk bînin. Divê serokomar jî di vî warî de hêsaniyan derxe holê. Taybetî jî serokomarê ku dê ji aliyê gel ve were hilbijartin dikare piştgiriyê bide parlementoyê û rêyên ku dixitimin veke."