17 Hezîran 2017•Rojanekirin: 18 Hezîran 2017
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di Lijneya Giştî ya Meclisa Îxracatkarên Tirkiyeyê (TÎM) da axivî.
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da bal kişand ser rewşa aboriyê û wiha got: "Nîşaneyên di warê aboriyê da pêşveçûneke bilez nîşan didin. Ev di heyameke wisa da çêdibe ku li nav welêt û derveyî welêt dixwazin atmosfer û hewayeke dijî dewleta me ava çêkin. Di serî da saziyên krediyê çi digotin, lê li Tirkiyeyê pêşketin heye. Eşkere ye çawa îdeolojîk li meseleyê dinihêrin û dijî Tirkiyeyê di nav hewldanê da ne."
Erdogan destnîşan kir Tirkiye li dinyayê li gor mezinahiya aboriyê di rêza 17an da ye û wiha dewam kir: "Ligel helwestên neyînî yên saziyên ku der barê siberoja aboriya me da raporan dinivîsin we bi pêbaweriya xwe qedera Tirkiyeyê guherand. Ji bo wê ez sipas dikim. Potansiyel û kapasiteya Tirkiyeyê herî rind em û hûn dizanin. Çaxa ku îmkanên di destê welatê me da û yên li welatên din didin ber hev em dibînin ku heqê welatê me bi tenê ev nîne. Tirkiye li dinyayê li gor mezinahiya aboriyê di rêza 17an da, li gor hêza kirînê jî di rêza 13an da ye."
"Tirkiye ji bo hemû dewletên Kendavê mala duyemîn"
Serokomar Erdogan diyar kir Tirkiye ji bo hemû dewletên Kendavê mala duyemîn e û wiha peyivî: "Ev welat welatekî wisa ye ku li gor hiqûqê miemeleyê li dijî derbekaran dike. Dewleteke wiha ji bo veberhênan û mêvanên xwe tiştekî wisa nake. Ev îdiyên tên kirin hemû bêbextî ne û propaganda ne. Ev kampanyayên li dijî me tên kirin û yên berê jî, birayên min baş dizanin. Ev hemû gotin rast nînin û di hemûyan de neheqiyê dikin. Tirkiye wê ji bo hemû welatên kendavê wek mala duyemîn bisekine û wê wisa dewam bike."
Erdogan li ser mijara Qeterê wiha xeberda: "Ya rastî dijberiya ku anîn serê Qetera welatê bira tiştekî din e, têkiliya me ya bi welatên herêmê ra tiştekî din e. Ev alternatîfên hevdu nînin. Bi Erebistana Siûdî û welatên kendavê yên din ra têkiliyeke me ya kûr, bi hêz û piralî heye. Em biryardar in ku bi van welatan ra têkiliyên xwe li gor mitabaqatê pêş bixin. Bira dilê welatiyên Erebistana Siûdî û welatên kendavê yên ku li welatê me veberhênanê dikin rihet be, tirseke wan tunebe."
Serokomar Erdogan destnîşan kir dixwazin di meseleya Qeterê da helwesteke baş nîşan bidin û wiha got: "Wek Tirkiye em ji serê ser da di meseleya Qeterê da dixwazin helwesteke baş û rast nîşan bidin. Me bi eşkereyî got îdiayên der barê Qeterê da rast nînin û em ambargoya ji ber van îdiayan dest pê kir rast nabînin. Em bi taybetî dibêjin bila birayên me yên li Kendavê di nav hevkariyeke xurt da bin. Ez, birêz Serokwezîr û Wezîrê me yê Karê Derva tim li ser meseleyê sekinîn. Ji bo çareserkirina qeyranê em rasterast yan jî nerasterast bi her kesî ra diaxivin û em ê biaxivin. Hêviya me ew e heta cejnê ev mesele çareser bibe."
Erdogan wiha got: "Bi binpêkirina hikmên qanûna bingehîn banga li welatiya û gazîkirina kuçeyan tu carî kêrî wan û welêt nayê."
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da wiha dewam kir: "Heger em û saziyên civakî yên sivîl siyanetê nîşanî cudahiya hêzan nedin wê çaxê em nagihêjin derekê. Heger di vî warî da gotineke we hebe hûn ê bibêjin, lê heger hûn bixwazin zextê bikin divê hûn ji bîr nekin benda 138an tenê ji bo siyasetmedaran derbas nabe. Ji Ayê heta Zyê ji bo her kesî derbas dibe û heger daraz sibê gazî we bike şaş nemînin."
Erdogan der barê qeyrana di navbera Qeter û hin welatên erebî da wiha axivî: "Ewil Erebistana Siûdî Xadîmul-Herameyn eş-Şerîfeyn, li gor min wê vê qeyrana kendavê çareser bike. Ew mezinê kendavê ye, du wezîrê me yê karê derva lê wê der bû, hin hevdîtin kirin, me silavên xwe ji wan ra şandin. Ez bawer im ku Erebistana Siûdî Xadîmul-Herameyn eş-Şerîfeyn, wê vê meseleyê heta cejnê çareser bike. Çimkî ev problemên wiha di nav welatên misilman de çêdibin ji me re eyb in, şerm in. Em dikarin van pirsgirêkan bi dîalogê di navbera xwe de çareser bikin. Dîsa birayên me yên ku dixwazin ji bo tetîlê ji welatên kendavê bên zozanên me yên Behra Reş, qeraxên me yên Behra Spî û Egeyê bila rehet bibin."
"Heger tu li edaletê digerî cî û meqamê lêgerîna edaletê parlemento ye."
Serokomar Erdogan der barê meşa Kiliçdaroglu da wiha got: "Heger tu li edaletê digerî cî û meqamê lêgerîna edaletê parlemento ye."
Serokomar Erdogan der heqê meşa Kiliçdaroglu da wiha got: "Heke daraz di binê zextên wiha da bimîne, em ê çito ji darazê edaletê hêvî bikin? Tirs, zexta li ser darazê mixabin edaletê pêk nayne. Bi pankarat ku li ser 'edalet' hatiye nivîsandin va jî edalet nayê. Heke li edaletê digerî, meqamê edaletê eşkere ye û parlementoya Tirkiyeyê ye, tu yê werî kursî, li wê derê vê bêjî û bixwazî û bi edalet tev bigerî. Saziya ku tu li serî yî çiqasî adil e? Pêşiyê li vê mêze bike."
Serokomar Erdogan di berdewamiya axaftina xwe da wiha got: "Kesê 15ê Tîrmehê dema hewla derbeyê hat Balafirgeha Ataturkê û ji wir jî demildest bi wesaîtekê çû û xwe sipart Serokê Şaredariya Bakirkoyê û li mala wî wek mêvan ma niha jî dibêje 'ez ê derkevin ser tankan û li ber tankan bisekinim.' Wê şevê eşkere bû derketiye ser çi û xwe sipartiye kuderê."