Îdrîs Balûkenê ku di çarçoveya têkiliyên der barê Pêvajoya Çareseriyê de çûbû Qendîlê got ku "Rayedarên KCKyê bi taybetî diyar kirin ku heke AKP di mijarên ku der barê Pêvajoya Çareseriyê de hatin diyarkirin de pêngavan biavêje amade ne hema rojek piştî wê kongreyê bicivînin."
Heyeta ku ji Balûken, Hevserokê KCDyê Hatîp Dîcle û Ceylan Bagriyanika ku çû Qendîlê pêk tê der barê têkiliyên xwe yên li Qendîlê de li Parka Sumerê ya Diyarbekirê civîna çapemeniyê li dar xist.
Cîgirserokê Koma HDPyê Balûken diyar kir ku li Qendîlê bi rayedarên KCKyê hevdîtineke bi qasî 6 saetan kirin û qal kir ku wek lijne ji bo ku hêvî bibe çareseriya dawîn heta îro çi kete ser milên wan hewl dan ku hemû peywir û berpirsyariyên xwe bi cî bînin.
-"Bersiva daxwaza me ya ji bo hevdîtina Ocalan nehat bersivandin"
Balûken got ku lijneyê der barê geşedanên ku ne li gor atmosfera Pêvajoya Çareseriyê ne û hema bêje vê atmosferê ji holê radikin de di 20-25ê nîsanê de bi rayedarên dewlet û hikûmetê re hevdîtin kir û bal kişand ser xetereyên muxtemel û wiha axivî:
"Heyeta me dîsa di dema van hevdîtinan de bi awayekî fermî daxwaza avakirina lijneya şopandinê û bila ev lijne bi Ocalan re li Îmraliyê hevdîtin bike, ragihand muxataban. Digel van pêşniyazên me yên erênî hikûmeta AKPê û Serokomar Erdogan ji helwesta xwe ya neyînî paş de gavek tenê neavêtine, beriya tu geşedaneke ku pêvajoyê rehet bike nevekirine. Heyeta şopandinê hê jî nehatiye avakirin û daxwaza me ya ji bo hevdîtina Birêz Ocalan re jî bi awayekî fermî nehatiye bersivandin."
Balûken îdia kir ku hikûmet sîstemek tecrîtê ya nû dibe ser Abdûllah Ocalan. Balûken parast ku ev tecrît wekî kabûsekê vedaye ser hêviya aştiyê û got "Hikûmetê hema bêje helwesta xwe ya herî bi xetere ya ji bo dawîlêanîna pêvajoyê yanê karta tecrîtê daniye ser maseya muzakereyê ya hewl didin ku biqulibînin."
Balûken diyar kir ku di serî de HDP, DBP û KCD bi hemû saziyên xwe ve vê rewşê tu carî qebûl nakin û şermezar dikin û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Tecrîdê tînin rojevê û ev yek dişibe wê yekê ku mirov bi agir biçe ser benzînê. Tecrîd bê rojevê ev yek dişibe ku mirov aştiyê bixe çarmixê. Em bangî hikûmetê dikin ku demildest dev ji vê sepana tecrîdê berde. Heke aştî bê xwestin, rageşî neyê xwestin em bangî hikûmeta AKPê dikin ku bila bi Birêz Ocalan re baş tevbigerin."
Balûken got ku di hevdîtina li Qendîlê de rayedarên KCKyê di awayekî tund û eşkere gotin ku yekîneyên rêxistinê der barê tecrîdê de bertekên mezin nîşan didin.
Balûken got "Tespîta (helwesta li hember serokatiya me helwesta li hember pêvajoyê ye) kirine. Ragihandin heyeta me ku heke helwesta wan ji bo berdewamiya pêvajoyê be divê tecrîda li ser Birêz Ocalan demildest bê rakirin."
Balûken got rayedarên KCKyê gotine ku "dema tecrîd hebe, lijneya şopandinê nehatibe avakirin, derbasî muzakereyên fermî nekiribin hikûmet heke nêrîneke wekî ku her tişt di rê de ye nîşan bide ev li gor me bêsamîmiyeti ye" û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Rayedarên KCKyê der barê Pêvajoya Çareseriyê de amadehiya kongreyê dikirin lê ji ber van helwestên Serokomar Erdogan û hikûmeta AKPyê gotin ku xebatên xwe dan seknandin û bi taybetî diyar kirin ku hikûmeta AKPyê di mijarên ku der barê pêvajoya çareseriyê de hatin diyar kirin de pêngavan biavêje, amade ne ku hema rojek pişt re kongreyê bicivînin. Em wek heyet dixwazin îfade bikin ku digel van hemû nêyîniyan gelê me ji bo ku aştî pêk bê bi sebreke demokratîk biryardar e ku pêvajoyê bişopîne û bigihîne encamê."
-"Em bang dikin ku xwedî li pêvajoya bêpevçûniyê derkevin"
Balûken da zanîn ku rayedarên KCKyê ragihandin wan ku li xeta sînor gelek amûrên leşkerî tên komkirin, guleyên top û obusan tên berdan, balafirên keşf û şer digerin. Balûken got ku "Em jî wek heyet bangî hemû gelê xwe û hêzên demokrasiyê, rêxistinên civakî yên sivîl dikin ku xwedî li vê pêvajoya bêpevçûniyê derkevin."
Cîgirserokê Koma HDPyê Balûken diyar kir ku daxuyaniya hevpar a ku li Dolmabahçeyê bi rayedarên hikûmetê re kirin ji aliyê hemû Tirkiyeyê ve asoyan ava kir û wisa difikiriyan ku ew daxuyanîn temîneta dahatûyeke demokratîk e û wiha axivî: "Em bi taybetî ji vir car din bangî hikûmetê dikin ku bê ser madeyên lihevkirinê ya di metna daxuyaniya hevpar a ku berî her tiştê li ser dahatûya demokratîk disekine û li Dolmabahçeyê bi heyeta me re hat kirin û vê yekê radigihînin raya giştî."
-Hevdîtina bi Ocalan re
Balûken îdia kir ku ev 2 meh in tu bersiv ji daxwaza xwe ya ji bo hevdîtina Ocalan re nastînin û wiha xeberda: "Herî dawî du hevalên me di 5ê nîsanê de bi Ocalan re hevdîtin kirin. Hevdîtina heyeta me ya bi Ocalan re di 19ê adarê de bû. Me ji wê wextê ve ji Ocalan tu xeber nesitandiye. Em nizanin ka ew bi rayedarên dewletê re hevdîtinê dike an na."
Balûken destnîşan kir ku di hevdîtinên dawîn ên bi hikûmetê re yên di 20-25ê nîsanê de diyar kirin heyetên ku pêvajoyê dikin divê bi awayekî berpirsyar haj bi ûslub û gotinên xwe hebin û got "Lê belê em dibînin ku piştî hevdîtinên ku me kirin jî daxuyaniyên herî bêberpirsyar ji aliyê heyeta Pêvajoya Çareseriyê ya AKPyê ve tên kirin."
Balûken li ser pirsekî wekî 'Gelo dê encama hilbijartinê tesirê li pêvajoya çareseriyê bike an na?' wiha axivî: "Ji aliyê me ve em li ser senaryoyên muxtemel ên qedandina pêvajoyê naaxivin, rojeva me ya sereke ew e ku em giraniya xwe bidin xebatên ku nehêlin şeht li pêvajoyê bikeve û pêvajo biqede ye."