24 Adar 2016•Rojanekirin: 25 Adar 2016
ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu ji ber ku piştî êrîşên li Tirkiyeyê Bosna Hersekê ji bo piştgiriyê dîmenê alaya Tirkiyeyê li ser Pirtûkxaneya Vîecnîcayê ya li Saraybosnayê da nîşandan, spasiya Bosna Hersekê kir.
Davutoglu li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek wiha nivîsî: "Piştî êrîşên terorê gelek peyamên piştgiriyê hatin. Ya herî bimene ji nûra çavê me, emaneta rehmetî Aliya ji Saraybosnayê hat."
Serokwezîr Davutoglu wêneyê Pirtûkxaneya Vîecnîcayê ya ku bi alaya tirkan ve hatiye ronîkirin jî parve kir. Davutoglu bi zimanê boşnakî got "Emanetê Xweda Bî Saraybosna" û spasiya Bosna Hersekê kir.