ANKARA
Wezîrê Çand û Tûrîzmê Çelîk got: "Heta biryara dawîn bê dayîn em ê wekî ku hêj roja ewil yanê destpêka hevdîtinan be tevbigerin. Helbet em van hevdîtinan ji bo pêşketinê dikin; lêbelê ez nikarim li vir encamekî arîtmetîk diyar bikim. Ev karê siyasetmedaran nîne. Karê me ew e ku em hevdîtinan bi awayekî rêkûpêk birêve bibin. Encama teqez dê serok bidin."
Hevtîtina di çarçoveya pêvajoya avakirina hikûmetê de, Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Davutoglu bi Kemal Kiliçdarogluyê Serokê Giştî yê CHPyê re kir, dawî bû.
Hevdîtina ku li avahiya Fermî ya Serokwezîriyê hat kirin, 4 saet û 20 deqîqe kişand.
Wezîrê Çand û Tûrîzmê Omer Çelîk û Halûk Koçê Alîkarê Serokê Giştî û Berdevkê CHPyê ku tevlî civînê bibûn, piştî civînê cuda cuda civîna çapemeniyê li dar xistin.
Wezîrê Çand û Tûrîzmê Omer Çelîk got: "Her du serok bi berpirsiyarî û di çarçoveyeke dorfireh de li ser meseleyê sekinîn û nirxandin kirin. Her du alî ji bo Tirkiye bê hikûmet nemîne hewl didin û bi vê berpirsiyariyê tevdigerin."
Çelîk destnîşan kir ku dê her du serok an roja pêncşemê an jî roja îniyê cardin bên bal hev û wiha dewam kir: "Ew ê her du serok cardin bên bal hev û li ser encama civînê cardin nirxandinan bikin û biryarê bidin. Biryara teqez dê wê gavê bê dayîn."
Çelîk got: "Heta biryara dawîn bê dayîn em ê wekî ku hêj roja ewil yanê destpêka hevdîtina be tevbigerin. Helbet em van hevdîtinan ji bo pêşketinê dikin; lêbelê ez nikarim li vir encamekî arîtmetîk diyar bikim. Ev karê siyasetmedaran nîne. Karê me ew e ku em hevdîtinan bi awayekî rêkûpêk birêve bibin. Encama teqez dê serok bidin."
-Daxuyaniya CHPyê
Piştî hevdîtinê, Halûk Koçê Alîkarê Serokê Giştî û Berdevkê CHPyê daxuyanî da rojnamegeran.
Koç wiha got: "Ez dixwazim bibêjim ku armanca me ew e, em wek koalîsyoneke berpirsiyar tevbigerin. Di çarçoveyeke berfireh û piralî de, ji bo çareserkirina pirsgirêkan hewl bidin."
Halûk Koç destnîşan kir ku dê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu û Kemal Kiliçdarogluyê Serokê Giştî yê CHPyê an roja pêncşemê an jî îniyê cardin bên bal hev.
Her du serok dê li ser encamên ku îşev derketin holê nirxandinan bikin û cardin bên bal hev.