Alîkarê Serokomarê Iraqê Usame en-Nûceyfî got: "Serokwezîr Haydar el-Îbadî biryar da ku wezîfeya Alîkariya Serokomariyê betal bike. Ev midaxale ne li gor makezagonê ye. Bi vê biryara wî ve qencî û xerabî hat tevlîhevkirin."
Nûceyfî der heqê geşedanên siyasî, aborî û ewlehiya welêt de daxuyanî da.
Nûceyfî li ser biryarên reformê yên ku Serokwezîr Îbadî daxuyand sekinî û wiha got: "Serokwezîr Haydar el-Îbadî biryar da ku wezîfeya Alîkariya Serokomariyê betal bike. Ev midaxale ne li gor makezagonê ye. Bi vê biryara wî ve qencî û xerabî hat tevlîhevkirin. Em piştgiriyê didin reforman, di heman demê de jî girêdayî makezagonê ne. Bila kesên ku gendelî kirine werin cezakirin, pirsgirêka me bi van re tuneye."
Nûceyfî got ku "Lijneya Wezîran hemû raye dewrî Serokwezîr Îbadî kir û xetayeke mezin kir. Me di pêşerojê de pir kişand, heke wiha dewam bike, em ê dîsa ji îqtidara tekane bikşînin."
Nûceyfî li ser pirsa, piştî vî qasî hûn ê çi wezîfeyê bikin, wiha got: "Ez li parlementoyê serokatiya koma 'Ji bo reformê Muttehîdun'ê dikim. Di kabîneyê de 3 wezîrên me û li meclisê 25 parlementerên me hene. Tu tişt neguherî. Rayeyên miqamê Alîkariya Serokomariyê tunebûn, sembolîk bû. Ev miqam ji bo ku cudatiyên Iraqê li meclisê werin temsîlkirin hatibûn hilbijartin. Ev miqam ne girîng e. Ez ê ji bo yekîtiya Iraqê bixebitim."
- "Serokomar Masûm ne razî ye"
Nûceyfî daxuyand ku wî û Serokomar Fûad Mesûm li ser biryarên Îbadî hevdîtin kir û wiha pê de çû:
"Ev biryar ji bo Serokomar Maûm jî bû surprîz. Îbadî bêyî ku bi siyasiyan re bişêwire, ev biryar da û xeta kir. Ev biryar li ofîseke piçûk bi destê hin misteşaran formule bûn. Li vê derê 'ecele' kirin. Ji bo serkeftinê divê piştgiriya hemû komên siyasî hebe, lê ji bo hemû koman bû surprîzeke mezin. Serokomar ji vê yekê ne razî ye. Lewra Serokomarî makezagonê diparêze û dema ku ji rê derdikevin, rayeya wî heye ku midaxale bike. Serokwezîr tevî karê Serokomariyê bû û xwest ku alîkarên serokomariyê ji wezîfeyê werin hildan. Ev jî rayeya wî (Îbadî) nîne. Serokomar Masûm got ku 'ez ji bo vê biryarê îtîraz dikim'."
"Biryaran hedê xwe derbas kir"
Nuceyfî got ku biryarên ku Îbadê dane xwe dispêre nêrîna Elî Sîstaniyê şiî û daxwazên gel û wiha axivî: "Lê vê biryarê ve wî hedê xwe derbas kir. Mijara reformê di heman demê de ji bo ku hin serokên siyasî hedef bigre hat bikaranîn. Ev jî rewşeke normal nîne. Bila pêvajoya reformê dewam bike lê neyê bikaranîn. Hemû desthilatiyan di destê kesekî de komkirin û hin serokên siyasî ji pêvajoya siyasî jidûrxistin ne reform e ev derbeyeke leşkerî ye."
Nuceyfî destnîşan kir ku li Iraqê mafê suniyan tê binpêkirin û got ku di pakêta reformê ya dawîn de cih nedan efûya giştî û mihafizên neteweyî û ev jî di siyasetê de rewşê nebaştir dike.
- "Ev întifadaya şiiyan bû"
Nuceyfî got ku daxwazên reformê li hember hikûmetê întifadaya şiiyan bû û wiha dewam kir: "Kurdên sunî ne alîgirên vê bûn, lewra di nav rewşa pevçûn û koçê de ne. Nunerên wan ên hikûmet û meclisê mafên wan parast lê, ew maf hatin rawestandin."
Nuceyfî got ku ji bo xilaskirina Mûsilê hikûmet bicidî tevnagere û destûr nade ku gelê Mûsilê bibe leşker û wiha dewam kir: "Hêzên ewlehiyê yên ku ji bo Mûsilê tên amadekirin li bajarên din didin xebatê. Hin kampên perwerdeyê yên leşkerî barkirin birin Bexdayê. Mehane nedan, çek nedan. Li Bexdayê hin aliyan destûr neda ku gelê Mûsilê ji bo xilaskirina Mûsilê bixebite.Hêzên ku li herêmên din tên wê li bajêr armancên siyasî yên cuda pêk bînin. Em bi giştî vê qebûl nakin."