Sûriyeyiyên ji ber êrîşê Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) revîn û hatin li Sûrûca navçeya Urfayê bi cih bûn, bextewar in û spasiyên xwe pêşkêşî Tirkiyeyê dikin.
Şerê di navbera DÎŞI û PYDyê de, li herêma Tel Abyad û Aynel Erebê berdewam dike. Di nav kesên ku xwe spartin tirkiyeyê de, gelek jin û zarok jî hene.
Sûriyeyî ji bo ku ji ber şer xilas bûn dia dikin û dibêjin li sûriyeyê dê çi bihata serê wan nediyar bû. Sûriyeyî bi alîkariya hikûmeta Tirk û bi piştevaniya gelê Tirkiyeyê birînên xwe derman dikin. Daxwaza sûriyeyiyan jiyaneke aram e.
Zarokên ji ber şer xilas bûn jî hay ji xwe nînin. Zarok bi pêlîstokên ku wek diyarî didin wan dilîzin û kêf dikin.
Elîf Zaynana 84 salî ya ji ber şer revî û hat xwe sipart Tirkiyeyê û anha di dibistanê de dijî ji bo Tirkiyeyê dia dike û dibêje em spasdarên Tirkiyeyê ne.
Elîf Zeynana ku bi nexşên li ser destê xwe balê dikşîne daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew heta 3-4 salên borî, li walêtê xwe di nav aramiyê de dijiyan, lê anha bûne penaber.
Zeynanê got ku bûyeran bi zilma Esed dest pê kirin û bi êrîşên DÎŞIyê geş bûn û wiha berdewam kir: "Di salên dawîn de xizmên me yeko yeko mirin. Gelek hezkiriyên min mirin. Min digot dora min hat lê ew berî min mirin. Ew kesên ku me kirin vî halî dê roja qiyametê hisab bidin û em ê heqê xwe ji wan bixwazin."
Zeyanê got ku pêdiviya wan herî zêde bi aramiyê heye û wiha berdewam kir:
"Em li Tirkiyeyê nav aramiyê de dijîn. Xwedê ji hemû kesên ku alîkarî dan me razî be. Me digot gelo dê pêşeroja me çawa be û em di nav fikaran de bûn, lê Tirkiyeyê deriyên xwe ji me re vekir. Ji bo ku zarok û neviyên min li bal min in bextewar im."