Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Mehdî Eker li Yenîşehira Diyarbekirê raya xwe da.
Eker raya xwe li Lîseya Anadoluyê ya Saziya Rekabetê di sandoqa 1075an de da û pişt re daxuyanî da rojnamevanan.
Wezîr Eker got ku ew hêvî dike hilbijartin li Tirkiyeyê bibe sedema pêşketin, aramî û aştiyê û wiha axivî: "Înşallah wê li ser xêrê be, demokrasiya Tirkiyeyê wê xurt bibe, Tirkiyeyê bi hêvî û îstiqrarê ve di rêya xwe de bimeşe."
Eker got ku gelê îro biryara xwe bide û wiha dewam kir: "Em ê rêzê nîşanî biryara gel bidin. Lewra li gor me ji hêz û îradeyeke xurt a ji gel xurttir tune. Ev pêvajoyeke dîrokî ya girîng e. Tirkiye hêza xwe, demokrasiya xwe, aramî û aştiya xwe biparêze, ev ne bi tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo aştiya dinyayê jî girîng e. Ez hêvî dikim ku hilbijartin dê kêrî vê bê."