28 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2015
ANKARA
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der heqê Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş da ji ber daxuyaniyên wî yên di warê "xweseriyê" û bûyerên 6-8ê Cotmehê da lêpirsîn da destpêkirin.
Li gorî agahiyê, Buroya Lêpirsîna Sûcên Çapemeniyê ya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, daxuyaniya Demîrtaş a di warê "xweseriyê" da û nûçeyên ku di çapemeniyê da belav bûn ku Demîrtaş "Bi hinceta Kobanêyê banga serhildanê kir" wekî îxbar qebûl kir.
Hat zanîn buroya ku lêpirsîn da destpêkirin, dê ewraqê lêpirsînê bişîne Buroya Sûcên Parlementer a Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê.
Hat destnîşankirin ku di çarçoveya madeyên Qanûna Cezayê ya Tirkiyê "Sûcên Dijî Pergala Destûra Bingehîn û yên Dijî Cîbicîkirina vê Pergalê" da lêpirsîn dan destpêkirin.
Ji hêla din, eşkere bû ku Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê jî ji ber axaftina wan a li Lijneya Giştî ya Awarte ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) tevî Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk Kamûran Yuksek der heqê 6 kesan da lêpirsîn da destpêkirin.