29 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2015
ANKARA/ŞAM
Êrîşa Rûsyayê ya dijî Artêşa Îslamê ya muxalif a ku dijî rêxistina terorê DAEŞê şerekî xurt dike, da nîşan ku bereksê îdiaya xwe têkoşîna dijî DAEŞê pêşaniya wê nîne. Artêşa Îslamê ev demeke dirêj e çawa ku bi rejimê ra şer dike, herwisa bi DAEŞê ra jî di nava pevçûnên tund da ne.
Rûsya li Sûriyeyê bi hinceta "têkoşîna dijî terorê" hemleyên asîmanî pêk tîne, lê ev hemleyên asîmanî yên Rûsyayê ji unsûrên DAEŞê bêtir, muxalf û xelkê sivîl ên ku li deverên di kontrola muxalifan da ne dikin hedefa xwe. Tevî Tirkiyeyê gelek welatên rojavayê, ji 30 îlonê vir de ku destpêka operasyonan bû bangî Rûsyayê dikin û dibêjin, "Ne muxalif, li DAEŞê bide." Li beramberê vê, rayedarên ûris daxuyanî didin û dibêjin ku ew li DAEŞê didin.
Bereksê îdiaya Rûsyayê, beriya niha jî li bakûrê Helebê li Dêr Cemalê Alaya Yekemîn, li Malîkiyeyê Eniya Şamê, li Keştarê Ahraru'ş-Şam, li Keferê Siltan Mûrad, li Mareyê Tûgaya Mutasimê, li Îdlibê Sukuru'l-Cebel û Şaxartêşa Şamê, li Helebê jî Nûreddîn Zengî bibûn hedefa Rûsyayê.
Artêşa Îslamê ya muxalif a ku li Şam û derûdora wê dijî rejim û DAEŞê şer dike, bû hedefa dawîn a Rûsyayê.
- Artêşa Îslamê li Şamê grûba herî xwedanbandor a muxalif e
Artêşa Îslamê di 29ê Îlona 2013an da bi destê Zehran Allûş va bi beşdarbûna 50 grûbî va li Şamê hat avakirin.
Artêşa Îslamê li navenda Şamê ji hêla leşkerî va grûba herî mezin e û xwedî ekîpmanên têkûz e û herwisa biqasî 9 hezar şervanên wê hene. Yekîneya wê ya xwedanzirx jî heye.
Rêxistin li navenda Şamê li Dûma û Xûtaya Rojhilatê, li derûdora Şamê jî li Qelemûnê li dijî rejim û DAEŞê şer dike.