11 Adar 2016•Rojanekirin: 12 Adar 2016
ÎSTANBUL
Di doza li ser malperên rojnameya Zamanê û Today's Zamanê ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra heqaretkirinê ya ku der barê Ekrem Dumanli û Bulent Keneşê midûrên berê hatibû vekirin da ji bo Dumanli biryara derdestkirinê hat dayîn.
Bulent Keneş û parêzerên aliyan beşdarî rûniştina doza ku li Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya 42yan a Bakirkoyê tê dîtin bûn. Ekrem Dumanli nehat rûniştinê.
Bulent Keneş di rûniştinê da îfade da û diyar kir ku di îdianameyê da gelek xeletî hene, Ekrem Dumanli midûrê weşana gişkî yê Today's Zamanê nîne û wiha got: "Ez jî wek midûrê weşanê yê berpirsiyar hatime nîşandan lê belê ez wê çaxê midûrê weşana gişkî yê rojnameyê bûm. Xeberên ku di îdianameyê da tên qalkirin û bi destê min nehatine çêkirin û bi destê hevalên ku di rojnameyê da dixebitin hatine çêkirin. Di naveroka xeberê da wek îdia etfê Fuat Avnî kirine û wisa hatine weşandin."
Bersûc Keneş got ku ji ber xebatên rojnamevantiyê tê darizandin û sûcekî wî tune û dibê beraat bike.
Hatîce Ozaya parêzera Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî diyar kir ku gilidar in û parastina bersûc qebûl nakin û wiha axivî: "Bersûcan xeber nivîsandine û wek çavkanî jî Fuat Avniyê ku nayê zanîn kî ye an kî ne nîşan dane. Eşkere ye ku bersûc bi qesta sûc tevgeriyane. Ev gotin û xebat wek azadiya rojnamevantiyê nayên nîşandan. Dibê di wê çarçoveyê da neyên nirxandin. Em dixwazin ku ceza bidin bersûcan."
Hatîce Sayina dadger biryar da ku bi şertê serbestberdanê bira Ekrem Dumanli bê girtin û ji bo temamkirina kêmasiyan rûniştin paşda avêt.