05 Tebax 2016•Rojanekirin: 05 Tebax 2016
ÎSTANBUL
Di çarçoveya lêpirsîna der barê rêvebir û xebatkarên rojnameya Zamanê da ku hat girtin, ji 14 gumanbaran 12 kes ku di nav da nivîskarê berê yê rojnameyê Mumtazer Turkone jî heye, hatin girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dimeşîne da kar û barên 14 kesên ku sewqî Hakimtiya Cezayê Silhê ya 3yemîn a Stenbolê kirin, temam bûn.
Dadgeha nobedar der barê Alaattîn Guner, Şeref Yilmaz, Ahmet Metîn Sekîzkardeş, Faruk Akkan, Mehmet Ozdemir, Fevzî Yazici, Zafer Ozsoy, Cuma Kaya û Hakan Taşdelen da ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar", der barê Mumtazer Turkone da ji ber sûcê "ji bo armancên FETOyê xizmetkirin" û der barê Huseyîn Turan û Murat Avcioglu da ji ber sûcê "alîkariya ji bo rêxistinê" biryara girtinê da.
Ji gumanbaran der barê Osman Nurî Ozturk û Osman Nurî Arslan da ji ber kêmasiya delîlan bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.