Serokwezîr Ahmet Davutoglu li Konyayê Lîseya Îmam Xetîbê ya Anadoluyê ya Keçan a Şukru Dorukê raya xwe da.
Davutoglu piştî rayavêtinê pirsên rojnamevanan bersivand.
Serokwezîr Davutoglu derheqê teqîna mitînga HDPyê ya li Diyarbekirê de wiha got: "Duh nîvê şevê gumanbarekî ku têkiliya wî bi bûyerê re heye hat girtin. Wisa tê texmînkirin ku gumanbarê ku hat girtin musebbîbê bûyerê ye.Em niha ji bo silametiya tehqîqatê, navê gumanbar eşkere nakin. Înşallah em ê heta ku koka wan derxin holê lêkolînan bidomînin. Yê ku ev êrîş kir kî dibe bila bibe ev êrîşeke dijî demokrasiyê ye."
Davutoglu got ku vê êrîşê kî kiribe ew destekî qirêj e û wiha dewam kir: "Yê ku vê êrîşê kiribe ne bi tenê partiyekî, hemû partiyan, li AK Partiyê, partiya min jî, demokrasiya Tirkiyeyê jî kiriye. Lewra beriya hilbijartinê êrişa ku hat kirin, rasterast li Tirkiyeyê û demokrasiyê hatiye kirin."
- " Em ê vê destê qirêj derxin holê"
Serokwezîr Davutoglu spasiya welatiyê Diyarkebirê kir û wiha dewam kir: "Ez rica dikim ku Diyarbekir di serî de, li her derê bila her kes here raya xwe bide. Hemû tevdîr hatine hildan. Emê vî destê qirêj derxin holê. Kî dibe bila bibe, çi sedemê dibe bila bibe em ê teslîmê edaletê bikin."
Li ser pirsa 'gumanbar li Diyarbekirê hat girtin' jî Davutoglu got "erê".