Abdullah Tel
07 Mijdar 2020•Rojanekirin: 08 Mijdar 2020
Li Qersê ji ber barîna berfê deverên çiyayî bi berfê çîl spî bûn.
Li bajêr berfa ku duh dest pê kir û car caran bariya li li deverên bilind erdê spî kir.
Germahiya hewayê li herêmê di bin sifirê da heta 3 pileyan daket.
Lûtkeya navenda Kaşûnê ya Cibilitepeya li navçeya Sariqamîşê, Çiyayên Ellahûekberê yên 3 hezar û 180 metre bilindahiya wan e, Çiyayê Siphanê yê 2 hezar û 800 metre bilindahiya wî heye û Çiyayên Axbabayê bi berfê çîl spî bûn.
Hin welatî jî bo ji xweşiya dîmenên derketine holê îstifade bikin derketin gerê û têra dilê xwe meşiyan.