Piştî weşana Ajansa Anadoluyê ya kurdî ya di 1ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê dest pê kir him ji derveyî welêt him jî ji hundirê welêt bi eleqeyeke gelekî mezin hat pêşwazîkirin. Li ser ast û çawaniya zimanê weşana kurdî ya AAyê gelek zana û pisporên zimanê kurdî nirxandin kirin.
Serokê Makezanista Ziman û Çanda Kurdî ya Enstitûya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Artukluyê Alk. Doç. Dr. Hayrullah Acar der barê weşana kurdî ya AAyê de raya xwe diyar kir û got ku ev pêngava AAyê bi qasî vekirina TRT6ê girîng e. Acar, piştî vekirina beşa kurdî ya AAyê, zimanê nûçeyên AAyê nirxand û wiha axivî: "Heke TRT6 ji hêla naverokê ve polîtiqayeke giranbuha ji bo weşanên xwe bikira, dibe ku jimara temaşevanên wan jî zêde bûya. Lê bi zanebûn an nezanî ev yeka nekirin. Ev pêngava AAyê mirov kêfxweş dike û dibe wesîleya hêviyan. Heke li vir polîtîqayeke baş ya weşanê bê meşandin û ji zimanekî tûj dûr bisekinin, ez wisa bawer im ku dê bibe wesîleya geşedanên bi xêr. Ez ji ber vê pêngava şênber ya ku ji bo çareserî û aştiyê hat avêtin, rayedar û xebatkaran pîroz dikim û hêvî dikim ku bibe wesîleya xêrê."
Acar, piştî pîrozkirina weşana AAyê ya bi kurdî der barê zimanê nûçeyên AAyê yên kurdî de jî nirxandinên xwe anî ziman û got ku AA di nûçeyên xwe de kurdiyeke paqij û rast bi kar tîne. Em jî wek hîndekar û xwendekarên Zanîngeha Artukluyê çi ji destê me bê, dê em texsîr nekin.
Acar, bal kişand ku di hengama nîqaşên perwerdeya bi zimanê dayîkê û vê dema krîtîk ya pêvajoya çareseriyê de, saziyeke girîng ya dewletê bêpejn û bêdeng bi awayekî nefsbiçûkî pêngaveke gelek girîng avêt û dest bi weşana kurdî kir û wiha axivî: "Ev yek hêviyên der barê çareserkirina pirsgirêkên din geş dike. Ji BDPê bigirin, ji bakur û başûr nêrînên erênî yên gelek rûspiyên kurd yên der barê weşanê de nîşan dide ku ev yek pêngaveke rast e. Ji ber vê ez kesên ku bûne wesîleya vê yekê û ew kesên ku ji bo vê yekê ked dane pîroz dikim û serkeftinê ji bo wan dixwazim."