Di ocaxa komirê de ya li Bajaroka Balvêrena Şirnakê hêlanek qewîmî û hat diyarkirin lêgerîna 3 kesên ku di bin hêlanê de mayî berdewam dike.
Li gor agahiyên serokatiya rêvebiriya rewşa lezgîn û afetê ya girêdayî serokwezîrtiyê, 4 kes di bin hêlanê de man û kesek jî bi birindarî hat filitandin û xebat bi 4 personelan û bi kuçikekî bi perwerde dewam dikin.
Xebata lêgerîn û xelaskirina 3 kesên ku di bin hêlanê de man dûh êvarê jî heta saet 19.30yî dewam kir. Ji ber ku cihê bûyerê 30 mêtro di bin erdê de ye, firehî ya wê 15 mêtro ye û ji sê aliyên wê jî girtî ye, ser de jî ji jor perçên zînaran dikevin xebat asteng dibin. Xebata lêgerîna 3ê kesên di bin hêlanê mayî dê îro jî dewam dê bike.