Alîkarê Serokwezîr Bekîr Bozdag beşdarî bernameya "Rojeva Paytext" a ku di qanala Haber Turkê de tê weşandin bû. Bozdag, pirsên der barê mijarên di rojevê de bersivandin.
Di rojevê de mijara ku tê meraq kirin yek jî pêvajoya çareseriyê ye. Bozdag li ser bibîrxistina vê mijarê got: "Navê wê li ser e, pêvajo ye, salnameya wê tuneye. Em nikarin bêjin îro filan tişt, du roj bi şûn de filan tişt dê bibe, lewra dem ewqas ne eşkere ye. Wisa dixûyê ku ev pêvajo dê hinekî dirêj biajo. Ev pirsgirêka ku 30 sal in Tirkiyê pê re micadel dike, wisa di nav du-sê rojan de nayê çareserkirin.
Bozdag li ser doza 28ê Sibatê jî sekinî û ji bo wê jî wiha axivî: "Di vê mijarê de daxwaza me ya herî mezin ew e; kesên ku ev sûcana kirine ji aliyê dadgehê ve bên darizandin û cezayê ku li qor qanûnan çi be bila bê dayîn. Ev biryar jî ji aliyê dadgehê ve tê dayîn.
Pergala Serokwezîriyê ya ku demeke dirêj di rojevê de bû jî ji Bozdag hat pirsîn, li ser vê Bozdag dest nîşan kir ku ev mijar dibe niha di rojevê de nebe, lê ew xwediyê wê fikra xwe ne.
Ji bo Serokatiya Karên Diyanetê jî Bozdag diyar kir ku ew der cihekî wisa ye ku ne di bin qontrola terîqat û cemaetan de be. Gavên ku dê ji bo elewiyan bên avêtin jî dê di bin banê Diyanetê de bin.
Ji Bozdag der heq axiftina wî ya ku gotibû "Divê Hîzbûllah navê xwe biguherîne û bike Hîzbûşeytan" hat pirsîn. Li ser vê Bozdag got: "Zêhniyeteke ku dibêje bira birayî bikuje ne mimkun e, nayê qebûlkirin. Bi tenê ne ola Îslamî olên din jî kuştina bira qebûl nakin. Kesên ku kuştina bira li gor Îslamê nîşan didin xeletiyeke mezin dikin."
Bozdag li ser rewşa Sûriyê sekinî û bi bîr xist ku piştî çekên kîmyewî hatin bikaranîn ji hezarî zêdetir mirovî can da û wiha pê de çû: "Roja ku li Sûriyê şer dest pê kir û hetanî îro ji bo ku mirov neyên kuştin, xûn nerije û hizûr û aramî hebe me helwesta xwe bi awayekî eşkere nîşan da.
Bozdag tevgera dewletan û ya Neteweyên Yekbûyî jî nirxand û diyar kir ku rewşa ku niha li Sûriyê dewam dike ji ber berjewendiyên siyasî ne û wiha dewam kir: "Ji ber berjewendiyên siyasî bi deh hezaran mirov can didin. Ev rewş li Kosovayê jî pêk hat. Ji ber ku NYyê mudaxale veto kir bi deh hezaran boşnaq hatin kuştin. Dema ku li gor berjewendiyên siyasî li van mijaran bê nerîn, hin kes zêdetir har dibin û dibin wek cinawir. Di heyama mirov tên kuştin de, berjewendiyên siyasî, nirxandinên stratejîk, gelek tiştên din û tu tişt bi qasî jiyanê girîng nîne. Divê ev hemû tişt ji bo ku rê li ber mirin û kuştinê bê girtin werin kirin."