Piştî ku bi qanûna 6526an erka dadgehên ku bi madeya 10emîn a Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê darizandin pêk dianîn hat rakirin 15emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat girtin. Piştî ku ev dadgeh hat girtin dosyeyên doza sereke ya KCKê ya ku li Stenbolê dihat dîtin û dosyeyên 3yemîn doza KCKê ji 3yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê re hat şandin.
Parêzerên bersûcên ku di dozên navborî de bi awayekî girtî tên darizadin piştî ku qanûna 6526an hat qebûlkirin ji bo tehliyekirina muwekilên xwe serî li 3yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê dan.
Dadgehê daxwaza parêzeran nirxand û biryara tehliyekirina 37 kesan da.
- Di 3yemîn doza KCKê de jî tehliye
Heyeta 3yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê teleba tehliyekirina bersûcên ku di çarçoveya 3yemîn doza KCKê de tên darizandin nirxand û zabitnameya layîqdîtinê amade kir.
Li gor vê zabitnameyê heyetê wextê girtî mayînê û rewşa delîlên heyî nirxand û biryara tehliyekirina Mazlûm Ozdemîr, Şexmûs Fîdan, Huseyîn Denîz, Nevîn Erdemîr, Semîha Alankûş, Kenan Kirkaya, Mehmet Emîn Yildirim û Haydar Tekîn da.