Uçanê (65) daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku di salên 1991-1992yan de koçî Stenbolê kirin.
Uçanê diyar kir ku piştî 20 salan vegeriyan gundê xwe û wiha got: "Ez tevî 2 zarokên xwe vegeriyam gund û bi karê hingiv re eleqedar bûm. Me li ser erazî kon vegirt û em ewil di kon de man."
Uçanê diyar kir ku para xizmên wê jî di erazî de heye û wiha xeberda: "Li ser para me dara gûzê hebû. Min xwest ji xwe re li vir xanî çêkim, lê heyfa min bi dara gûzê hat û me dara gûzê nebirî. Me di dema çêkirina xanî de dara gûzê di nav avahiyê de hişt. Me zirarê neda darê û me di banê de dara gûzê derxist. Him ji me re dibe sî, him jî xweş xuya dike."