Fîdan Ulaga (55) ji Tunceliyê, bi îdiaya ku kurê wê xapandin û birin çiyê, 9 roj berê tevî zarokên xwe dest bi gireva birçîbûnê kiribû. Ulag û zarokên wê navber dan gireva xwe.
Ulag îdia dike kurê wê Feramuz Ulag (20) yê ku di Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê de dixwend, derketiye çiyê. Ulag tevî kurê xwe Mujdat, keçên xwe Songul, Berna, Gulcan û Seylanê 9 roj berê li taxa Mogultayê li Parka Seyîd Riza ketibûn gireva birçîbûnê. Ulag û zarokên wê do êvarê navber dan gireva xwe.
Ulagê daxuyanî da rojnamevanan û destnîşan kir ku dev ji vê meseleyê bernade û wiha got: "Em ê herin Enqereyê û bi parlementeran re biaxivin. Hêviya min ew e ku her kes bigihêje zarokên xwe. Dibêjin aştî heye, heger aştî heye çima zarokên xwe derdixin çiya."
Ulagê diyar kir ku heta kurê min were ez ê li Enqereyê bim û wiha got: "Ez ê herim cem Selahattîn Demirtaş û parlementeran û alîkariyê bixwazim."
Mujdat Ulag jî got ku ji bo birayê xwe em ê herin Enqereyê û bi serokên partiyan û parlementeran re biaxivin."
Ulag diyar kir ku wê sibê derkevin rê da ku herin Enqereyê û wiha got: "Em ê li gor hevdîtinên xwe yên li Enqereyê biryar bidin ku em ê gireva xwe dewam bikin an na."