BATMAN / ŞIRNAK
Li Batman û Şirnexê di pîrozbahiyên Newrozê de rageşî çêbû û bûyer derketin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li taxa Bahçelîevlerê ji bo pîrozkirina Newrozê bernameyek li dar xistin.
Parlementerê Şirnexê yê HDPyê Hasîp Kaplan û Parlementera Şirnexê yê HDPyê Selma Irmak jî beşdarî pîrozbahiyê bûn û li wir axaftinek kirin.
Gel bi stranên kurdî ve govend girt û Newroz pîroz kir. Di Newrozê de di navbera polês û hin koman de rageşî derket. Polêsan mudaxaleya beşdarvanan kir û di rageşiyê de 4 polês û zarokeke 5 salî birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxa Dewletê ya Şirnexê.
Dîsa li Batmanê jî li taxa Pazaryeriyê ji bo pîrozkirina Newrozê bernameyek hat li dar xistin.
Komeke ku lastîk şewitand û xwest ku rêya Diyarbekir û Batmanê ji çûyîn û hatinê re bigre ji hêla polêsan ve hat sekinandin. Komê êrîşê wesayîtên polêsan, ambulansekî û wesayîteke girtîgehê kir.
Wesayîteke polêsan ji ber molotofan şewitî.