HDPyê der barê ziyareta Îmraliyê de daxuyaniyek da û wiha hat gotin: "Peyama Newrozê gihandin lijneya me. Peyam dê di 21ê Adarê roja şemiyê li Newroza Diyarbekirê bê parvekirin."
HDPyê daxuyaniyek da û diyar kir lijneya ku îro çû Îmraliyê bi Abdûllah Ocalan re bi qasî 4 saetan civîn kir û pişt re vegeriya. Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Peyama Newrozê gihandin lijneya me, peyam dê di 21ê Adarê roja şemiyê li Newroza Diyarbekirê bê parvekirin."
Lijneya ku ji Cîgirserokên Koma HDPyê Pervîn Bûldan û Îdrîs Balûken, Parlementerê HDPyê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, Hevserokê KCDê Hatîp Dîcle û Ceylan Bagriyanik pêk tê, çûbû girava Îmraliyê.