17 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2015
Li Diyarbekirê di xutbeya înê de ew zîhniyeta ku heqaret li Pêxemberê me dikir hat şermezarkirin û ji cimaetê kesekî bi dengekî bilind got: "Em wan kesên ku tinazan bi ayetên Xwedê dikin jî şermezar dikin." û li ser vê jî ji cimaetê kesekî din bersiva wî kesî da û jê re wiha got: "Tu çima nahêlî xutbe temam bibe û li vê derê wan kesên ku heqaretê li Pêxemberê me dikin diparêzî."
Di xutbeya înê de rexneyên ji ber wê afîşa ku Şaredariya Yenîşehirê ji bo balê bikşîne ser "qîzên ku hê zarok in tên zewicandin" cih girt.
Dîmena ku di afîşê de hatibû bikaranîn ji hêla kovarekê ve ji bo heqaretê li Pêxemberê me bike hatibû weşandin. Nivîsa karîkatorê jê biribûn û ji bo balê bikşînin ser "qîzên ku hê zarok in tên zewicandin" hatibû bikaranîn.
Meleyê Mizgefta Mezin Mehmet Saît Yaz jî der heqê xutbeya ku mijara wê "Pêxember û Hîcret" bû û wî kesê bertek nîşan da daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Me di xutbeyê de qesta tu sazî, partî, kom û kesekî nekir lê wê zîhniyeta ku heqaretê li Pêxemberê me dike şermezar kir. Ev kî dibe bila be em li hemberî wî ne, em li hemberî însan nînin lewra însan ayeta Xwedê ye. Ew kesên ku dixwastin balê bikşînin ser wê mijarê gelo nikaribûn wêneyekî din peyda bikin. We heman wêne hildaye û bi tenê nivîsa wê jê birine. Ev rasterast li Pêxemberê me heqaret e."
Yaz destnîşan kir ku di dema xutbeyê de yekî ji ber rexneyan dengê xwe bilind kir got ku 'Em wan kesên ku tinazan bi ayetên Xwedê dikin jî şermezar dikin' û wiha dewam:" Li ser vê jî ji cimaetê kesekî din bersiva wî kesê da û jê re wiha got 'Tu çima nahêlî xutbe temam bibe û li vê derê wan kesên ku heqaretê li pêxemberê me dikin diparêzî.'
Yekî din jî xwest ku cimaetê sor bike lê cimaetê ji bo herdu meseleyan jî destûr neda.