İSTANBUL
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan nimêja cejnê li mizgefta Suleymaniyeyê kir. Serokwezîr Erdogan di mizgeftê de beşdarî bernameya cejnpîrozkirinê bû û piştî pîrozkirinê jî çû li ser tirba Mîmar Sînan.
Serokê Karên Diyanetê Mehmet Gormez, Waliyê Îstanbûlê Huseyîn Avnî Mûtlû, Şaredarê Îstanbûlê Kadîr Topbaş, Serokê Ak Partiyê yê Bajarê Îstanbûlê Azîz Babûşçû û Miftiyê Îstanbûlê jî di dema serdana li ser tirba Mîmar Sînan de Serokwezîr Erdogan bi tenê nehiştin û hevaltiya wî kirin.
Serokwezîr di derketinê de daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku meha remezana ku destpêka wê rehmet e, navbera wê mexfîret e û dawiya wê jî ji ezaba bêdawî xelasbûn e, li pişt xwe hiştine û gihiştine Cejna Remezanê.
Hêviya Serokwezîr ew e ku Cejna Remezanê ji bo hemû gel û alema Îslamê bibe babeta aştiyê. Erdogan wiha pê de çû: "Cejn di nav xwe de hêjayiyên biratî, yekîtî û bihevrebûnê dihewîne. Cejn xeyd û dilmayînê diqedîne. Ez hêvî dikim ku Cejna Remezanê ji bo îstiqameteke erênî bibe firsend.
Serokwezîr Erdogan cejna gel pîroz kir û diyar kir ku Xwedê Teala gelek cejnan bike nesîbê wan hemûyan.
Piştî daxuyaniya xwe Serokwezîr pirsên rojnamevanan bersivand.
Rojnamevanekî axaftina Huseyîn Çelîk bi bîr xist, Çelîk gotibû xebatên li ser Besteka Demokratîkbûnê qediyan û em ê di demeke nêz de vê bestekê pêşkêşî Serokwezîr bikin. Bi vê daxuyaniya Çelîk tê xuyakirin, Meclis dibe ku du hefte berê bê vekirin. Rojnamenûs jî pirsîn "Bestek dê kîngê bê berdestê we? Dibe ku Meclis zû vebe.
Erdogan vê pirsê wiha bersivand: "Piştî cejnê em ê bi hevalan re bên bal hev û li ser vê bestekê bixebitin. Weke ku hûn jî dizanin ev gava me ya Besteka Demokratîkbûnê nû nîne, me di kongreya xwe ya mezin de qala vê bestekê kiribû. Piştî xebatan înşeallah dê hin tişt ji nû ve bên amadekirin ku hevalên me xebatên xwe qedandin, em ê Besteka Demokratîkbûnê wê demê parve bikin. Meclis jî dibe ku zû vebe."