09 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2015
Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş bû mêvanê Maseya Edîtoran a Anadolu Agencyê (AA) û mijarên di rojevê de nirxand.
Kurtulmuş ji bo belavbûna hevdîtinên ku li Osloyê hatin kirin rêxistina paralel berpirsyar nîşan da û wiha got: "Çeteya paralel hevdîtinên Osloyê ji bo menfeeta kîjan hêzê, kîjan welatî û ji bo rêxistina terorê bi çi awayî xirab kir? Îxanetê li wê derê dest pê kir."
Alîkarê Serokwezîr bal kişand ser bûyerên li herêmê diqewimin û diyar kir ku rêxistina terorê bi hin tiştan baş dizane û wiha pê de çû: "Li vê derê lazim e em hay ji xwe hebin. Rêxistina terorê baş dizane ku ew nikare Tirkiyeyê ji hev biqetîne, perçe bike û herêmeke nû ava bike. Ew kesên ku rêxistina terorê bi kar tînin dixwazin tirs bikeve nav gelê Tirkiyeyê, ji hev dûr bikevin û heke mimkun be jî di navbera kurd û tirkan de şerekî navxweyî derxin."
Ji bo HDPê jî Kurtulmuş got: "Bila derbikevin bibêjin nêrîna fermî ya partiya me ev e' Cihê me serê çiya ye, em ê di bin siya terorê de bijîn.' De ka em wê demê binihêrin çend rayan hildidin. Îstiqameta ku hilbijêrên wan mecbûrî nîşanî wan didin ev der e."
- "Di nav tora propagandayê de cih girtin nayê qebûlkirin"
Alîkarê Serokwezîr Kurtulmuş destnîşan kir hin kes dibe ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan nexwazin lê bila bizanibin ku wî ji sedî 52 rayên gel hilda û axaftina xwe wiha domand: "Hûn dikarin Tayyîp Erdogan nexwazin, hûn dikarin di hilbijartina serokomariyê ya 10ê tebaxa 2014an da ku derbas bû raya xwe nedin Tayyîp Erdogan. Lê li qisûrê mêze nekin, Serokomarê meşrû yê Komara Tirkiyeyê ye. Ji sedî 52 rayên gel wergirt. Ji bo li dijî wî derkevin di nav tora propandayê ya rêxistina terorê û hêzên da cî digirin. Ev ne tiştekî aqilane ye û nayê qebûlkirin."
- "Heta ku hesabê doza 28ê Sibatê neyê dayîn divê ew heyam neyê girtin"
Der heqê doz û heyama 28ê Sibatê de jî Kurtulmuş axivî: "Dadgeha Cezayê Giran a 5an a Enqereyê di vê darizandinê de jêpirsîna der heqê beşên sivîl, medya û STKê de munasîp dît. Ji bo vê yekê jî gaveke duyemîn avêt. Di nav daxwazên dadgehê ya bo vê dozê de ew jî heye ku Tansû Çîler û Mesut Yilmazê di wê demê de Serokwezîrî kirine jî wek şahidê celbî bên guhdarkirin. Bi îzna Xwedê ev hemû tevger wê tiştên dizî yên demekê ji holê rakin. Heta ku hesabê vê heyamê neyê dayîn divê ew dem neyê girtin."
Kurtulmuş qala îxlalkirina sînorê Tirkiyeyê ya ku balafirên Rûsyayê di dema operasyonên hewayî birin ser Sûriyeyê de qewimî kir û wiha pê de çû: "Tirkiye û Rûsya em bi salan e ku di nav aştiyê de dijîn. Têkiliyên me yên aborî, siyasî û ticarî yên gelek ku xurt hene. Têkiliyên di navbera Tirkiye û Rûsyayê de divê ji ber berjewendiyeke siyasî ya li Sûriyeyê neyê fedakirin. Tirkiye bi rastî jî welatekî wisa ye ku wê sînorê xwe biparêze. Lazim e ku demildest rûs dev ji tacîzkirina sînorê Tirkiyeyê berdin û heke ku dibêjin 'ev bi xeletî bû' jî bila paş ve gav biavêjin, lewra ev hêvîdarî jî heqê me ye."
ji bo mijara Sûriyeyê jî Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş got: "Herêma li rojavayê Firatê yanê Hema, Humus û Heleb ciyên ku herî zêde sûriyeyê lê rûdinên in. Şerekî giran dewam dike. Ku li bajarên mezin nebaşiyek çêbibe evê bibe sedem û bi sed hezaran kesê koçî Tirkiyeyê bikin. Em ji serî da dixwazin ku hin herêmên li Sûriyeyê bibin herêmên ewledar."