09 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2015
ANKARA
Fotonûçegihanê Anadolu Agencyê Salih Leylayê ku li Heleba bajarê Sûriyeyê pevçûn dişopandin, di êrîşa xwekujiyê ya ku bi wesayîtên bombebarkirî hat kirin de wefat kir. Salih Leyla di meha temûzê de jî di êrîşa fuzeyê ya hêzên Esed de ji rûyê xwe birîndar bibû û ji bo dermankirinê Salih Leyla anîbûn Tirkiyeyê.
Em wek Anadolu Agency vê êrîşa terorê ya ku li Helebê hat kirin bi tundî şermezar dikin. Xwedê rehma xwe li fotonûçegihanê me Salih Leylayê ku di bin şertên dijwar de peywir dikir û drama ku li Sûriyeyê diqewimiya radigihand raya giştî ya dinyayê bike û em sersaxiyê didin malbat û xizmên wî, em gelekî xemgîn in.