Serokomar Erdogan: "Digel ku cihêtiyên li welêt hatine rakirin, hê jî li vî welatî ciwanên me tên cangorîkirin, sedema vê çi ye? Çi dixwazin? Bibêjim, ev dixwazin welatê me perçe bikin."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê di Civîna Mixtaran a 9emîn da axivî.
- "Dixwazin welatê me perçe bikin"
Erdogan di xeberdana xwe da bal kişand ser bûyerên terorê yên dawîn û wiha got: "Digel ku cihêtiyên li welêt hatine rakirin, hê jî li vî welatî ciwanên me tên cangorîkirin, sedema vê çi ye? Çi dixwazin? Bibêjim, ev dixwazin welatê me perçe bikin. Di vê pêvajoyê da ji bo avakirina hizûr û biratiyê dewlet û hikûmet çi ketiye ser milan kiriye. Bi sebr û tebat piştgirî daye pêvajoyê, lê rêxistin û partiya di bin tesîra wê da bi derew û konetî zirarê daye vê pêvajoyê û dest bi tundî û tedayê kir."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku rewşa azadiyê îstismar dikin û got: "Kesên ku do ji zilm, tundî û zexta dewletê gilîdar bûn, îro rewşa demokratîk û azadiyê îstismar dikin û serî li heman rêyan dixin. Îro li herêmê ne tundiya dewletê, tundî, zilm û zexta rêxistinê heye. Tercihek heye, 'Ez ligel dewleta xwe me' yan jî 'ez ligel rêxistina terorê me.' Em ê vê tercihê bikin. Heke em bimirin, bila em carekê bimirin, lê wekî mirovan bimirin. Heke li gundekî, li bajarokekî, li navçeyekê terorîst bikevin nav gel û bi hêsanî tevbigerin, ev yek tê wê wateyê ku gelê herêmê jî çi dikeve ser milên wan bi cî nayne."
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da diyar kir ku rêxistina cihêxwaz şer da destpêkirin û wiha xeberda: "Dewlet û hikûmetê heta dawiyê piştgiya hizûr û biratiyê kir. Şer bi dewletê dest pê nekir, di 11ê tîrmehê da bi daxuyaniya xwe rêxistina cihêxwaz şer da destpêkirin. Di vê pêvajoyê da yên ku divê bi derfet û zimanê siyasetê tevigeriyana teslimî rêxistina ku serî li tundî û xûnê dixe, bûn. Yên ku vê înkar bikin, derewan dikin."
Serokomar Erdogan di berdewamiya xeberdana xwe da bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û wiha got: "Em niha bi Projeya Biratî û Yekîtiya Neteweyî va di rêya xwe da dewam dikin. Ev meseleya mesela hildan û dayînê nîne, mijara tawîzê nîne. Ev meseleya demokrasiyê ye, ya maf û azadiyan e, heta ya heq û batil e."
Serokomar Erdogan wiha got: "Tu berpirsyar î û tu deynê dewletê ne ji rêxistina dabeşker ra ne jî ji partiya di bin siya wê da, ne jî ji koma qaşo rewşenbîr e ra tune. Ez vê ji wan qunciknivîs û kesên ku xwe rewşenbîr dibînin ra dibêjim. Qariyera we çi dibe bila bibe, ez ji wan kesên ku li ber wan gelek qariyer jî hene ra jî dibêjim. Qariyera we, hibra ku ji pênûsên we diherike xwîn e, ya ji bo min girîng meqamê ku şehîdê min gihiştê ye."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku siyasetê nakin û bi şexsê min ra eleqedar dibin û wiha got: "Ew kesên ku aqilê wan ji Beştepeyê wê da naçe, mimkun nîne ji derdê miletê me ra bibin derman. Bi xwe dema me tune ku em bi kesên navnîşana Beştepeyê nizanin ra derbas bikin. Siyaset ne ew e ku dev ji her tiştî berdî û bi şexsê Recep Tayyîp Erdogan û malbata wî ra eleqedar bibî. Radibin û ji kurê min ra dibêjin, 'Bîlal bide, bira îqtidar a te be.' Ev çi êrîşeke kirêt e, tu çawa siyasetmedar î? Heger kurê min xeletiyek kiribe û tevlî gendeliyê bûbe, edalet hesab dipirse, tu kî yî? Tu çawa di navbera kurê min û îqtidarê da têkiliyê çêdikî, tu çawa niheqî û bêhurmetiyeke wiha dikî? Lewra yên ku zarokên wî tunebin ji xeynî vê bêhurmetiyê nikarin tiştekî bikin. Lewra ev nizanin malbat û zarok çi ne."
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da bal kişand ser pêvajoya avakirina hikûmetê û wiha got: "Niha heke ev welat diçe rêyeke ku gelê min di qebûlkirina wê da dê gelekî zehmetiyan bikşîne, li Tirkiyeyê xebatên avakirina hikûmetê, gelekî baş dibîne ku webala vê yekê di kî de ye, dê bibîne û ez bawer dikim ku dê bedêla vê yekê jî ji wan bipirse. Hesab li ortê ye. Em nika bilez ber bi hilbijartinê diçin. Ew kesên ji bo ku polemîkên berhewa dernekevin ez ji wan ra dengê xwe dernaxim û xêncî xwedubarekirinê tiştekî nizanin ew ê di hilbijartinê da derdê xwe ji milet ra bêjin."
Serokomar Erdogan bal kişand îdia dikin ku Serokomar nahêle hikûmet were avakirin û wiha dewam kir: "Paşê jî radibin û dibêjin ku 'Serokomar nahêle ku hikûmet bê avakirin.' Şert û mercên avakirina hikûmetê diyar e. Ma we ev şert û merc bi cî anî û hûn hatin ku Serokomar we ji derî re qewirand? Ma we ji bo avakirina hikûmetê li hev kir û destê xwe dirêjî hev kir û Serokomar li destê we xist?"
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku li gor Destûra Bingehîn tevdigere û wiha got: "Ji xeynî pêvajoya ku Destûra Bingehîn nîşan dide, ez tevlî tu mijarekê nebûme. Helbet dema pirsîne min fikra xwe gotiye û ez ê tim bibêjim. Ji bo vê jî ez ji kesî destûrê naxwazim û milet ev destûr daye min."