DİYARBAKIR
Şampiyona di 20 û 21ê tîrmehê de ji hêla Federasyona Govendan ya Tirkiyeyê ve li Stenbolê hat lidarxistin. Klûba Werzîş û Ciwaniyê ya Diyarbekirê bi 92.86 puanan şampiyonî bi dest xist.
Tîma Diyarbekirê di fînala kategoriya mezinan de bi 12 tîman re kete pêşbaziyê û hemû reqîbên xwe têk bir û bû şampiyon.
Rahênerê Klûba Werzîş û Ciwaniyê ya Diyerbekirê Îlhamî Çetîn diyar kir ku bi pêşîkêşên 12 tîman re ketin pêşbaziyê û got ku fînalên li Stenbolê bû sedemê berberiyên mezin. Di fînala pêşbirkan de tîmên herî baş cî digirtin. Min û hevalê min ê rahêner Mahmut Çakmak, me tîma xwe zehf baş amade kir. Tîma me bi 92.86 puanan gihaşt armanca xwe. Her kesî di hêwanê de çepik ji bo listîkvanên me girtin. Listîkvanên me bi şampiyoniya Tirkiyeyê em gelekî şad kirin.