07 Mijdar 2015•Rojanekirin: 09 Mijdar 2015
AGRI
Di encama lêpirsîna ku der barê Şaredarê Agiriyê Sirri Sakik de ji ber parvekirinên wî yên ser "twîttera" malpera mîkroblogê dabûn destpêkirin de bi sûcdarkirina "propagandaya rêxistina terorê" hat xwestin ku di navbera 1,5 û 7,5 salê de cezaya hepsê bidin Sakik û ew ji xizmeta karmendî û mafên bijartin û hilbijartinê bêpar bihêlin."
Lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Agiriyê li ser îxbara welatiyekî ya ji xeta 155 a polêsan a wekî "Şaredarê Agiriyê Sirri Sakik ji ser hesaba xwe ya 'twîtterê' propagandaya PKK/KCKya rêxistina terorê dike" dabû destpêkirin, temam bû.
Dozgeriyê li ser parvekirinên Sakik ên ser Twîtterê lêkolîn kir û îfadeya wî sitand û der barê wî de bi îdiaya ku bi parvekirinên xwe yên ku wî jî qebûl kir ku parvekirin ên wî ne bi îdiaya ku sûcê "bi rêya meşrûnîşandana rêxistina îllegal a PKK/KCKya rêxistina terorê ya çekdar ya ku dijî dewleta Komara Tirkiyeyê ava kir û pesindayîna vê rêxistinê, propagandaya vê rêxistinê dike" îdianame amade kir.
Di îdianameya ku ji aliyê Dadgeha Cezaya Giran a Agiriyê ve hat qebûlkirin de hat xwestin ku di navbera 1,5 û 7,5 salê de cezaya hepsê bidin Sakik û ew ji xizmeta karmendî û mafên bijartin, hilbijartin û welayetê bêpar bihêlin."
Rûniştina ewil a dozê dê di 10ê kanûna pêşîn de bê kirin.
- Sirri Sakik der barê dozê de daxuyanî da
Sakik der barê doza ku der heqê wî de hat vekirin de daxuyanî da rojnamevanan û parast ji ber ku ji ser hesaba xwe ya Twîtterê gotiye ku "Hewcedariya vê axê bi aştiyê heye" ji ber vê der heqê wî de doz hat vekirin.
Sakik got ku gotinên wî ji gotinên hemû mirovên ku li ser vê axê siyasetê dikin, yên xwedan wijdan cudatir nînin û îdia kir ku bi sedan kes jî ji ber ku di vê mijarê de daxuyanî dan û beşdarî xwepêşandana protestoyê bûn, hatin girtin.
Sakik diyar kir ku li ser navê dewleta hiqûqê her kes divê li ser van girtinan lêkolînê bike û wiha axivî:
"Ev şer dê heta hetayê berdewam neke. Heke pirsgirêk bên çareserkirin bila cezadarkirina min, bedena min, ji aştiyê re, ji welatê min re bibe diyarî. Feydeya van polîtîkayên bizdandinê ji tu kesî re tune. Em vî bajarî ser peywira xwe ne. Ew kesên ku vî welatê bi rê ve dibin jî divê demildest atmosfera aştiyê li ser van axan belav bikin. Ji ber ku ev ax ji xwîn û mirinan kerixî. Bêhna xwîn û mirinê ji vê axê tê. Ez wekî ferdeke vî welatî nikarin li hember vê xwînê bêdeng bimînim, divê em bêdeng nemînin. Ji ber wê em têkoşîna xwe ya aştiyê berdewam dikin. Em ji bo aştiyê têkoşîna xwe berdewam dikin. Em ji bo Tirkiyeyeke demokratîk a ku mirov dikare wir bijî têkoşînê didin."