ANKARA (AA) - Danişîna ewil ya doza der barê 28ê Sibatê ya ku 103 bersûcan yên ku dixwastin "Hukimata Komara Tirkiyê ji holê rakin" bên darizandin îro dest pê kir.
Di doza Mehkemeya Ankarayê ya 13. a Cezaya Giran de hin bersûcên ku di nav wan de Serokê 2yemîn yê Sererkaniyê yê teqawîdbûyî Orgeneral Çevik Bir, Serokê berê yê YOKê Kemal Gûrûz, hin bersûcên din yên nebêndî, parêzerên bersûcan, malbatên mexdûr û bersûcan beşdar dibin.
Danişîn, li Dadgeha Ankarayê di salonên 10emîn û 11emîn yên ku ji hêla Dadgehên Giran yên Cezayê ve tên bikaranîn de dest pê kir.
Xizmên malbatan dozê ji ekranên ku di salonê de ne, temaşe dikin.
Heyeta dadgehê ji Serok Tayyar Koksal, endam Suleyman Koksal û Hakan Oruc pêk tê. Dadger Kadriye Çatal jî wek endamê sûxme li salonê ye.
Dozger jî Kemal Çetînê ku îdianame amade kiriye.
Hêzên ewlehiyê ji serê sibê û pê ve li der û dorên dadgehê bergirên ewlehiyê digirin.
Komeleya Serbazên Teqawîdbûyî yên Tirkiyê (TESUD) û endamên Partiya Karkeran bi hev re daxuyaniyeke çapemeniyê dan.
Serokê TESUDê Erdogan Karakuş wiha got: "Têkiliya vê mexduriyetê û hevalên me tunene. Hevalên me yên ku tên darizandin bi tenê gotin û tedbîrên giştînameya serokweziriyê kirine, wek ku tê gotin derbe nekirine."