IGDIR
Li Îdirê Mehmet Beyduzê (51) ku ji ber sûcê mêrkuştinê û ji ber tirsa ku nekeve girtîgehê revî, du salan li çiya jiyana dewam kir.
Li gor agahiyan Beyduz du sal berê hevalê xwe yê bi navê Mehmet Temel bi çeka otomatîk kuşt û du salan li çiyê ma.
Beyduzê ku berê jî ketibû girtîgehê ji bo ku cardin nekeve hepsê du salan li Çiyayê Agiriyê û zozana Qorxanê jiyana xwe dewam kir.
Beyduz di mehên havînê de bi saya şivanên li zozanan lazimatiyên xwe peyda dike, di mehên zivistanê de jî car caran tê navenda bajêr û lazimatiyên xwe peyda dike û di malên zozanavanan de dimîne.
Beyduz mehê carekê ji bo xwe bişo tê malê. Tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Îdirê li ser îxbarê hatin gundê Karakuyuyê û Beyduz qefaltin.
Piştî kar û barên fermî Beyduz sewqî dadgehê kirin û şandin hepsa Îdirê.