ANKARA - Sevîm Hatun
Serokê Bajar ê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Hasan Şeşeogullari, bi minasebeta salvegera bûyera Roboskiyê li kolana Yukselê daxuyaniya çapemeniyê da û wiha got:
"Di 28ê Çileya Pêşîn sala 2011an de, li gundê Roboskiya Ûlûdereyê, teyareyên tirk li ser sînorê Kurdistana Başûr 35 gundiyên kurd bobebaran kirin û 34 kes hatin kuştin. Tenê yek jê xilas bû. Piştî vê qetlîamê berpirsiyarên dewleta tirk gotin li gor melûmata ku ji wan re hatiye, ew kes partîzan û berpirsên PKKê bûne, ji bo şer hatine û bo vê yekê hatine bombekirin."
Şeşeogullari, da zanîn ku ew gund gundê qoriciyan bû û wiha diyar kir: "Gundî ji bo qaçaxcitiyê tim diçûn derveyî sînor. Hay berpirsên tirk ji vê hebû û bi salan e ku çavê xwe jê re digirtin. Hay qereqolê ji gundiyan hebû. Ango ev qetlîam bi zanetî hat kirin."
-Curmkar li ku derê ne?
Şeşeogullari, got ku ev bûyer provokasyonek bû, armanc ber lê girtina pêvajoya çareseriyê û pirsgirêka kurd bû. Şeşeogullari diyar kir: "Kesên ku ev qetlîam kirin, xwastin gunehkariyê bikin ser milê hikûmetê. Lê mixabin berpirsiyarên vê bûyerê heya îro nehatine eşkerekirin. Derneketin pêş edaletê û nehatin cezakirin."
Şeşeogullari, bal kişan ser bûyerê û wiha daxuyand: "Lê ne tiştekî zehmet bû ku rastî derkeve holê. Ango eger agahdariyeke şaş heye bi destê kê ye an jî kê baş zanîbû ew gundî ne û ji bo bazirganiyê ji sînor derbas dibin. Lê dîsa jî fermana bombekirina wan da. Ji ser bûyerê re du sal derbas bûn, lê berpirsên vê qetlîama xwînxwar hêj nehatine eşkerekirin û cezakirin. Ev yek wicdana mirovan û raya giştî aciz dike. Tiştê ku tê bîra mirovan ev e: Berpirsên dewlet û hikûmetê rastiyê ji milet vedişêrin û sûcdaran diparêzin."
Serokê Bajar ê HAK-PARê Şeşeogullari wiha dewam kir: "Em careke din bangî hikûmetê dikin ku berpirsiyariya xwe bi cih bîne, sûcdaran derxe meydanê û wan bide destê edaletê. Edalet jî eger bi rastî edalet e, sûcdaran naparêze, tiştê ku lazim e bike ango kesên sûcdar rojeke berê cezayê xwe bikşînin."
Endamên partiyê piştî daxuyaniyê belav bûn.