ANTALYA/ÎSTANBÛL/ANKARA/ADANA
Li rojhilatê Baseniya Akdenizê erdheja ku lerza wê 6 bû pêk hat. Li gorî agahiyan tu tişt bi tu kesî nehat.
Serokê Rewşa Acil û Afatê (AFAD) Mûrat Nûrlû, derbarê erdheja li Antalyayê pêk hat de got ku xisar negihiştiye can û malê tu kesî.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji AFADê girt erdhej di saet 17.21an de pêk hat û lerza erhejê 6.0 e.
Enstitûya Lêkolîna Erdhejê ya Rasatxaneya Kandillî ya Zanîngeha Bogazîçiyê û Navenda Çavdêriya Neteweyî ya Erdhejê û Enstituya Lêkolînê derbarê erdhejê de got: "Navenda erdhejê pir kûr e. Dibe ku li qadeke firehtir bê hîs kirin, lê zirara wê tune ye."