ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan:
"Li gor anketan ji sedî 68ê gel piştgiriyê dide Pêvajoya Çareseriyê, ev piştgiriya ku digihêje ji sedî 70yê çawa çêbû, ji baweriya bi HDPyê çêbû? Ev ji ber baweriya bi Tayyîp Erdogan û AK Partiyê çêbû."
Akdogan li Navenda Çandê ya Necmettîn Erbakan beşdarî Civîna Şêwrê ya Navçeya Mamakê ya AK Partiyê bû û li vir axivî.
Akdogan di axaftina xwe da wiha got: "Hikûmet rîskeke mezin hildide, Serokomar her tiştê xwe dide ser vê rêyê û hûn ji hîkûmetê xeber didin, ji Serokwezîr û Serokomar xeber didin. Ji ber ku pêvajo heye em nikarin tiştên wiha qebûl bikin. Mîmarê vê pêvajoyê AK Partî û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan e û Serokwezîr Ahmet Davutoglu ji dil û can vê pêvajoyê dimeşîne."
Akdogan destnîşan kir ku divê li hember van mijaran baldar bin û wiha dewam kir: "Kes nikare ji Serokomar xeber bide û gotinan bibêje. Heger hûn li hember mîmarê vê pêvajoyê şer bidin destpêkirin, li qisûrê nenihêrin, divê her kes hedê xwe bizanibe. Li gor anketan ji sedî 68ê gel piştgiriyê dide Pêvajoya Çareseriyê, ev piştgiriya ku digihêje ji sedî 70yê çawa çêbû, ji baweriya bi HDPyê çêbû? Ev ji ber baweriya bi Tayyîp Erdogan û AK Partiyê çêbû."
Akdogan diyar kir ku di rojên dawîn da hin kes dixwazin tevliheviyê çêkin û wiha axivî:
"Ez eşkere dibêjim, ev listîkeke bi talûke ye. Em ji pergala kamuyê û ewlehiyê tawîzan nadin. Hesabên li ser çekan hesabê li ser agir e. Yên ku wiha dikin tim wenda dikin. Em di pêvajoya çareseriyê da bi biryar in û ji dil in. Divê her kes di van mijaran da baldar be."