WASHINGTON
Serokê DYAyê Barack Obama li Serokomar Recep Tayyîp Erdogan geriya.
Li gor daxuyaniya Qesra Sipî, Obama ji bo mijarên têkoşîna hevbeş a li dijî DAEŞê û îstiqrar û ewlehiya li Iraq û Sûriyeyê li Erdogan geriya.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Her du serok li ser mijara pêşîlibergirtina şervanên biyanî û hevkariya di vî warî da axivîn. Obama ji ber hewldanên erênî yên di vê mijarê da sipasiya Tirkiyeyê kir."
Di axaftinê da her du serok li ser geşedanên li Yêmen û Ukraynayê û digel vê li ser mizakereyên ji bo bernameya nukleer a Îranê axivîn û mijarên din ên herêmî jî gotûbêj kirin.