ANKARA
Civîna Zîrveya Pakistan, Efganistan û Tirkiyeyê ya 8emîn li Qesra Çankayayê bi civîna çapemeniyê ve bi dawî bû.
Serokomar Abdullah Gul di civîna çapemeniyê de axivî û destnîşan kir ku bi van civînan dixwazin hevkariya di navbera Pakistan, Efganistan û Tirkiyeyê de xurt bibe.
Gul diyar kir ku bi beşdarbûna Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, wek serokwezîr û serokomar hatin bal hev. Gul destnîşan kir ku di civînê de Navaz Şerif û Hamid Karzaî eşkere li ser hemû meseleyan axivîn û wiha got: "Ez gelekî kêfxweş bûm. Bi taybetî ji bo ku li Asyayê hizûr pêk were û pêvajoya aştiyê ya li Efganistanê bimeşe û di navbera Efganistan û Pakistanê de hevkarî pêş bikeve em hevdîtinên ji dil û can pêk tînin."
Piştî daxuyaniyê Karzaî û Şerif û Gul pirsên rojnamevanan bersivandin.
Gul li ser pirsa "Gelo li gor we pêwistî bi pêşvebirina van civînan heye yan na?" wiha got: "Duh êvarê û îro me bi Karzaî û Şerif re fermî û ne fermî 3-4 civîn pêk anî. Me di van civînan de bi eşekere û ji dil û can li ser hemû meseleyan axivîn. Beriya her kesî ew bixwe feydeyeke mezin di van hevdîtinan de dibînin. Em jî gelekî kêfxweş in."
Gul li ser pirsa verastkirina înternetê jî wiha got:
"Em li ser zagonê dixebitin. Çend mijarên bi xetere hene, em li ser zagonê dixebitin."