ANKARA
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan bi Serokê Dewleta Filîstinê Mehmûd Abbas re li ser telefonê axivî. Hat ragihandin ku Erdogan di axaftinê de xwest ku îsraîlî û filîstinî demildest li hev bên û destnîşan kir ku dê piştgiriya siyasî û aborî ya Tirkiyeyê ya ji bo filîstiniyan berdewam bike.
Har ragihandin Erdogan, di hevdîtinê de hêviyên xwe anî ziman û got ez hêvî dikim hevdîtinên ku di navbera îsraîl û Filîstinê de berdewam dikin, li gor biryarên Neteweyên Yekbûyî û li ser bingeha Teşebusa Aştiyê ya Ereban bê çareserkirin.
Erdogan xwest ku sînor vegerin wek sînorên beriya 1967an û pirsgirêk bên çareserkirin û du dewlet bên avakirin û du gel jî bikaribin bi awayekî aştiyane bijîn.