ANKARA
Serokatiya Sererkaniyê der barê parêzvanê gûnd ê ku bi dîreka ceyranê ve hatibû girêdan û gule berdanê ve hatibû kuştin de daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em vê bûyera hov ya ku ji aliyê hin kesên kujer ve hat kirin, şermezar dikin. Rehma Xwedê li şehîdê me be. Bila serê malbat û hemû parêzvanên gund sax be."
Di daxuyaniya ser malpera internetê ya Serokatiya Sererkaniyê de hat gotin ku Nîhat Çaprak ê parêzvanê gund di 12ê îlona 2014an de ji navenda Bidlîsê hat revandin. Çaprak li sinorê gundê Geçîtbaşiyê bi direka ceyranekî ve hat girêdan û li vir gule bera wî dan û ew hat kuştin.