28 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 29 Cotmeh 2015
ANKARA
Serokê YOKê Prof. Dr. Saraç: "Em xebateke li ser formasyona pedagojîk dimeşînin. Em ê li gor pêwîstiya welêt tevbigerin û giraniyê bidin ser ciyên ku kêmasiya mamosteyan heye. Di lijneya giştî ya were da em ê hejmaran diyar bikin. Em naxwazin li ser hêviyan kesî bixapînin. Divê em li gor rastiyê hereket bikin."
Serokê Lijneya Perwerdeya Bilind (YOK) Prof. Dr. Yekta Saraç bû mêvanê Maseya Edîtoran a Anadolu Agencyê (AA) û der heqê rojevê da axivî.
Serokê YOKê Prof Dr. Saraç der barê tesîra bûyerên terorê ya li ser zanîngehan da wiha got: "Dema armanca terorê xwendekar, akademîsyen û perwerde be, wê demê ev gefxwarin ne ji azadiya wêlêt ra, ji pêşeroja welêt ra dibe tehdîd. Dema em bûyerên dawîn dinihêrin, helbet tesîra wan di zanîngehan da jî çêdibe, lê ev bi tenê hin bûyerên bisînor in. Nabe sedem ku perwerde bisekine. Hewce dike ku tundî bi temamî ji zanîngehan derê."
Serokê YOKê Prof. Dr. Saraç der heqê formasyonê da jî wiha xeberda: "Em xebateke li ser formasyona pedagojîk dimeşînin. Em ê li gor pêwîstiya welêt tevbigerin û giraniyê bidin ser ciyên ku kêmasiya mamosteyan heye. Di lijneya giştî ya were da em ê hejmaran diyar bikin. Em naxwazin li ser hêviyan kesî bixapînin. Divê em li gor rastiyê hereket bikin."
Serokê YOKê Prof. Dr. Saraç di xeberdana xwe da wiha got: "Em naxwazin îmaja YOKê ya berê li ser me bimîne. Em dixwazin ku YOK bi kirinên xwe yên îro va were nirxandin."
Serokê YOKê Prof. Dr. Saraç destnîşan kir ku di mijara xwendina li zanîngehan da guherîn tuneye û wiha dewam kir: "Divê malbat îsal rehet bin. Ji bo ketina hîndekariya bilind guhertineke bingehîn wê çênebe. Xwendekar par çawa amade bûn, bila îsal jî wisa amade bin. Pergala heyî pergaleke adîl e, pîvanê li gor liyaqatê dike. Em ji bo îsal guhertineke bingehîn nafikirin, planeke me ya wiha tuneye."
Serokê YOKê Prof. Dr. Saraç der barê nîqaşên li ser rakirina YOKê da jî wiha xeberda: "Niha mijara rakirina 2547an yanî YOKê di rojevê da nayê axaftin. YOK bê rakirin, wê hîndekariyeke bilind a çawa bê avakirin? Hiqûqnas dibêjin ku "rihê qanûnê heye". Ez jî 2547an qebûl nakim. Lê rihê vê qanûnê heye."