Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç diyar kir ku encamên hilbijartina serokomariyê yên teqez divê piştî ku Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di 28ê Tebaxê de sondxwar û dest bi wezîfeya Serokomariyê kir, bên weşandin.
Arinç piştî lijneya wezîran bersiva pirsê rojnamegeran da û diyar ku hikûmeta 61emîn bi vê civînê, civîna xwe ya 69emîn a dawîn lidarxist.
-Me Davutoglu pîroz kir
Der heqê namzediya Ahmet Davutoglu de Arinç wiha got: "Ev biryar piştî hemû şêwirên ku di civînan de hatin kirin hat dayîn. Me hemûyan vê namzediyê qebûl kir û tam bi dilê me hemuyan bû. Birêz Davutoglu ewilî wek serokê me yê giştî hat nîşandan û paşê jî wek serokwezîrê me. Di civîna me ya îro de hemû hevalên me birêz Davutoglu ji ber wezîfeyên wî yên nû pîroz kirin.
Arinç ji bo damezrandina hikûmeta nû jî wiha got:"Em ê bi serokwezîrê xwe yê nû re heta 1ê îlonê hikûmeta xwe ya nû ava bikin."