MARDÎN
Mamosteyên kurdî yên ku di Beşa Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Mardîn Artukluyê de mastira bêtez kirin û mezûn bûn, biryar dan ku heta ji bo mamostetiya kurdî kontenjan venebin, ew ê greva birçîbûnê bidomînin.
Mamosteyên kurdî li ber avahiya rektoriyê civiyan û daxuyanî dan. Mutlu Can li ser navê Platforma Mamosteyên Kurdî axivî û diyar kir, piştî ku Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di hezîrana 2012an de got ku dersa kurdî wê di xwendingehan de wek dersa bijarte bê dayîn û pê ve, hin zanîngehan ji bo mamostetiya kurdî xwendekar girtin û mamosteyên kurdî perwerde kirin.
Can destnîşan kir ku Serokwezîr Erdogan di serî de, rayedarên hikûmetê der heqê perwerdekirina mamosteyên kurdî de daxuyaniyên erênî dabûn û wiha dewam kir:
"Em qîmetê didin dersa kurdî ku ev ders kirin bernameya xwendingehan. Lê belê di vê mijarê de nîşaneya nesamîmîbûnê ye ku mamosteyên kurdî yên ku wê vê dersê bidin hê nehatine tayînkirin. Lê em dizanin ku di navbera Zanîngeha Mardîn Artukluyê û Wezareta Perwerdeya Neteweyî de li ser mijara pirtûkên ku wê bên xwendin protokol hat çêkirin û soz hat dayîn ku mamoste piştî perwerdeyê dê bên tayînkirin."
Can bi bîr xist ku der heqê tayînkirina mamosteyên kurdî de gotinên Parlementerê Diyarbekirê yê AK Partiyê Galîp Ensarîoglu di çapemeniyê de cih girtin ku Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Nabî Avci ji bo vê mijarê soz da Ensarîoglu. Can got ku heta ji bo mamostetiya kurdî kontenjan venebin, ew ê greva birçîbûnê bidomînin.