Li Yuksekova navçeya Hekariyê di dema ku wesayîta polêsan a bizirx derbas bû de bombe hat teqandin. Di teqînê de tu tişt bi tu kesî nehat lê di mizgeft û qursa Qur'anê ya ku li keviya rê bûn de xisar çêbû.
Li gor agahiya hat hildan li Taxa Yeşîldereyê ekîba polêsan bi wesayîta bizirx ve di dewriyeyê de bû û dema ku ji ber Mizgefta Hecî Evdila derbas bû teqemeniya ku ji hêla endamên rêxistina terorê ve li keviya rê hatibû bicihkirin, teqiya.
Di teqînê de tu tişt bi kesî nehat lê di rê de çaleke ku kûrahiya wê bi qasî metre û nîvekê bû çêbû. Ji ber teqînê jî Mizgefta Hecî Evdila û avahiya Qursa Qur'anê ya Navendê zirareke mezin dîtin. Ji ber teqînê camên gelek xaniyên derdora rê jî şikestin û têlên ceyranê qetiyan.