ÎSTANBUL
Ji serokwezîrên berê Necmettîn Erbakan di salvegera 4an a mirina wî da li Goristana Merkezefendî ya Zeytînburnuyê hat bibîranîn.
Merasim bi destê Navendên Perwerde û Ciwaniyê ya Uskudarê hat lidarxistin. Di merasimê da Qur'ana Pîroz hat xwendin û dia hat kirin.
Mehmet Sozerê mamosteyê wêjeyê diyar kir ku ciwan Erbakan nas dikin û ji bo ku têkoşîna wî bidin dewamkirin beşdarî van çalakiyan dibin.
Sozer bal kişand ser girîngiya qalkirin û fehmkirina Erbakan û wiha got: "Ku berhemên wî û yên der barê wî da bixwînin dikarin wî bîra merivan da bihêlin."
Îsmaîl Hakki Turanê xwendekarê îmam xetibê jî wiha axivî: "Erbakan lîderekê misliman bû. Di çarçoveya Nêrîna Millî da ked da. Bi dervayî welêt ra têkiliyên wî tunebûn, ji bo doza xwe jiya û rêçek vekir."