SÎVAS
Li Zaraya navçeya Sêwasê otobêsa rêwiyan a ku li bariyeran qelibî û agir pê ket, bi tevahî şewitî, di qezayê de 3 jê zarok 7 kes birîndar bûn.
Otobêsa bi plakeya 34 FS 1015an a ku şofêrê wê Mehmet Tîryakî (43) bû û ji Antalyayê ber bi Eziromê ve diçû li ser 60emîn kîlometreya rêya Sêwas-Erzîncanê li texma Gola Todurgeyê ji rê derket û li bariyerên nav rê qelibî û agir pê ket.
Şofêr Tîryakî û alîkarê wî Umît Bozkurt (26) û ji rêwiyên Gokmen Ak (20), Încî (30), Elîf Aleyna (11), Îbrahîm Can (9) Alperen Aktaş (5) ku di otobêsê de bûn demildest xwe avêtin derve û piştî demekê otobus bi tevahî şewitî.
Di qezayê de otobês bû xurde û 7 kesên ku bi awayekî birîndar ji qezayê xelas bûn li nexweşxaneyên Sêwasê hatin dermankirin.