Ahmet Aydın
29 Gulan 2019•Rojanekirin: 29 Gulan 2019
Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan digel Serokê DYAyê Donald Trump peywendiyeke telefonî encam da.
Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettin Altun li ser hesabê Twitterê hûrgiliyên peywendiyê parve kir.
Di parvekirinê de derbarê peywendiya Erdogan û Trump de wiha hat gotin:
"Di peywendiyê de mijarên dualî û yên herêmî hatin gotûbêjkirin. Serokomarê me pêşniyaza xwe ya di warê avakirina komeke hevpar a xebatê ji bo pergala berevaniyê ya S-400î de, dubare kir.
Di peywendiyê de herwiha di warê rakirina tarîfeyên îlave yên derbarê kerta polayê de kêfxweşî hat ziman û tekezî li wê yekê hat kirin ku ev biryar dê ji bo gihiştina armanca 75 milyar dolarî ya bazirganiyê ya dualî piştgir be."
Herdu serok, ji bo hevdîtina di çarçoveya Lûtkeya G20ê ya ku biryar e li Japonyayê bê lidarxistin, mitabiq man."