15 Mijdar 2015•Rojanekirin: 16 Mijdar 2015
ANTALYA
Serokê Amerîkayê Barack Obama ji bo beşdarî Civîna Serokan a G20ê bibe, bi balafira xwe ya "Aîr Force One" ve, di saet 06.58an de hat Antalyayê.
Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî, Waliyê Anyalyayê Muammer Turker, Serokê Şaredariya Mezin a Antalyayê Menderes Turel û rayedarên din Obama pêşwazî kirin.
Obama piştî ku ji balafirê peya bû, siwarê lîmuzînê bû û çû otela xwe.
Ji ber hatina Obama li der û dora balafirgehê û rêyên ku derbas bû, tevdîrên ewlehiyê hatin dîtin.
Civîna G20ê wê îro bi mazuvaniya Tirkiyeyê li Belekê dest pê bike û wê du rojan dewam bike. Ajansa Anadoluyê jî wê wênekeşiya civînê bike. Obama jî wê beşdarî vê civînê bibe û ew ê bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re û kesên din re hevdîtinan bike. Li bendê ne ku Obama civîna çapemeniyê li dar bixe.