13 Nîsan 2017•Rojanekirin: 14 Nîsan 2017
İSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi peywendiyekê têlefonê bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re axivî.
Di peywendiyê de her du seroka bal kişand ser mekanîzmaya Astana û hevdîtinên Cenewreyê û li ser pêwîstiya hewla Tirkiye û Rûsyayê sekinîn. Bo agirbest li seranserê Sûriyeyê derbasdar be û xebatên her du welatan dewam bikin axivîn û herwiha kîmyabarana Îdlibê anîn rojevê.
Serokomar Erdogan di axaftina digel Pûtîn de got ku bikaranîna çekên kîmyayî sûceke li dijî mirovatiyê ye. Her du serokan diyar kir ku ew dixwazin Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî ya ku meşrûîyeta wê hatiye qebûlkirin derbarê êrîşa navborî de lêpirsînê bide destpêkirin û ew piştgiriyê didinê.