ANKARA
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan bi Serokê Dewleta Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re bi telefonê axivî. Serokan di axaftinê de got ku divê yekîtiya siyasî û axa Ukraynayê bê parastin û ragêşiya ku li Kirimê diqewime bi lezgînî bê çareserkirin.
Li gor daxuyaniya ku di malpera fermî ya serokwezîrtiyê de hat weşandin, şeva din Erdogan û Pûtîn bi telefonê axivîn. Di axaftinê de li ser qeyrana Ukraynayê sekinîn. Her du serokan qeyrana li welat diqewime bi taybetî ji hêla Kirimê ve nirxand.
Serokwezîr Erdogan got ku ji bo çareserkirina krîzê divê hemû alî ji hiqûqa navneteweyî re rêzê bigrin û li gor hiqûqê tevbigerin.