Hirmiya deveciyê cureyekî hirmiyan e û li her derê Tirkiyeyê digihîje, pir bi tem û bi mezinahiya xwe ve meşhûr e. Ev cure hirmê li Çanakkaleyê rûyê cotkaran geş dike. Li Ayvacikê di baxçeyê Îlhan Gurel de hirmiyeke ku kîloyek û 320 gram e gihîşt.
Gurel daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wî mehsûlê îsal hilda û wiha dewam kir: "Me ji hezar darên hirmiyê, 12,5 ton hirmî hilda. Xêr û bereketa îsal baş e. Em 10 rojan carekê daran av didin. Par hirmiyên 800 û 900 gramî gihîştin. Giraniya hirmiyan îsal derket heta kîloyek û 320 gramî."
Gurel got ku wî hirmiya kîlok û 320 gramî anî dikana xwe ku bifiroşe û kî hirmiyê dibîne, dipirse û dibêje ku ev petîx e? Gurel daxuyand ku ew jî cara ewil e ku hirmiyêke ev qas mezin dibîne.